DIYARBAKIR
Li nêzî gundê Fîsa Liceyê ya navçeya Diyarbekirê komekê rê birî û 2 berbaz û 2 çavuşên pispor revandin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, 2 berbaz û 2 çavuşên pispor ji bo ezmûna ehliyetê ji Bîngolê hatibûn Diyarbekirê. Leşker dema ku bi du wesaîtên taybet vedigerin, li nêzî gundê Fîsa Licê hin kesên ku nasnameya wan ne diyar e pêşiya wan digrin û nasnameya wan qontrol dikin. Piştre her du wesaîtan dişewitînin û leşkeran bi xwe re dibin.
Fermandariya Cendirmeyên Diyarbekirê li hewa û erdê dest bin operasyonê kir.