BDPyiyan li Diyarbekirê bûyerên Yuksekovayê protesto kirin û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê kom belav nebû, di navbera kom û polêsan de şer çêbû. Di encamê de 4 jê polês û nûçegihanek bi tevahî 10 kes birîndar bûn.
Koma ku Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanak jî di nav de bû, li ber avahiya Serokatiya Bajêr a BDPê civiyan. Komê xwest ku ber bi taxa Koşûyolê ve bimeşe. Polêsan ji ber ku di nav komê de pankartên derqanûnî û kesên rûyên wan girtî hebûn destûra meşê neda. Li ser vê, kesên rûpêçayî ji nav komê hatin derxistin. Lê ji ber ku pankart dîsa hatin vekirin, li Bûlvara Tûrgût Ozalê kom ji aliyê hêzên ewlehiyê ve dîsa hat sekinandin. Polêsan diyar kir ku destûra meşê nadin û dixwazin piştî daxuyaniyê kom belav bibe.
Di vê navberê de ji komê kesekî teqemeniya bi destan hatiye çêkirin teqend û dengek mezin derket. Di nav teqemeniyê de bizmar hebûn û çar polês birîndar bûn.
Piştî daxuyaniya Kişanakê, kom belav nebû û di navbera kom û polêsan de şer derket. Hin kesan bi keviran êrîşî polêsan kir û polêsan jî bi ava guj û gaza îsotê mudaxaleyî êrîşkeran kir.
Di encamê de 4 jê polês, nûçegihanek bi tevahî 10 kes birîndar bûn.