Parlementerê BDPê yê Colemêrgê Adil Zozanî der barê du kesên ku di xwepêşandina Yuksekovayê de hatin kuştin got: "Em difikirin ku provakasyona Geverê û bûyerên din yên ku li vê erdnîgariya me diqewimin bi hev re têkildar in.
Zozanî beşdarî serxweşiya Weysel Î. û Mehmet Reşîtê ku di xwepêşandana Geverê de mirin, bû û daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Zozanî îdia kir ku her du xwepêşandêr rasterast hatin qetilkirin û got ev 3 roj in li Geverê acizî heye û wiha dewam kir: "Ji destpêka pêvajoya çareseriyê heta niha ev cara ewil e ku em rastî bûyereke wiha tên. Ev bûyer provakasyoneke li dijî pêvajoya çareseriyê ye. Ger ku hikûmet dixwaze pêvajoya çareseriyê ya ku ev salek e dewam dike bi pêş ve bibe, divê kujerên vê bûyerê derxe holê. Ev provakasyon ji bo ku pêşiya pêvajoya çareseriyê bigre, hat kirin û dixwazin ku şerê birayan ji nû ve bidin destpêkirin. Dixwazin ku aloziya li Rojhilata Navîn heye, bînin Tirkiyeyê jî. Em difikirin ku provakasyona Geverê û bûyerên din yên ku li vê erdnîgariya me diqewimin bi hev re têkildar in."
Zozanî got, gel dê wekî her car dîsa li hemberî vê provakasyonê jî serhemdê xwe tevbigere û Geverî jî dê serhemdê xwe bin.