Önder Beyter
03 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2020
Li Kahramanmaraşê gule berdan ekîba polêsên li ser îxbarê diçûn otêlekê, du polês birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li ser agahiya ku berşikekî ku ji ber cinayetê lê digerin, li bajêr li otêlekê dimîne, ekîba polêsan çû otêlê. Lê li vê derê li dijî polêsan gule hatin agirkirin, du polês birîndar bûn.
Gelek ekîbên polêsan û ambulans sewqî ciyê bûyer kirin.
Polêsên tevgera taybet jî operasyon bir ser otêlê.
Midûrê Ewlekariya Kahramanmaraşê Salim Cebeloglu jî hat ciyê bûyerê û agahî sitand.
Xebatên ji bo desteserkirina berşik didomin.