Li navçeya Elbîstana Kahramanmaraşê welatiyê bi navê Ahmet Ozdemîr beriya ku bimire gora xwe çêkir û niha jî dê kameraya ewlehiyê li ser gora xwe çêbike.
Ahmet Ozmedirê (45) ji gundê Çîçekê bi salan e li Enqereyê dijî û bêriya ku bimre gora xwe daye çêkirin, ji ber vê jî bala welatiyan dikşîne.
Ozdemîr ji nûçegihanê AAyê re diyar kir ku sala borî fikrê "beriya mirinê gor çêkirin" li wî peyda bûye û heta niha 20 hezar lîre ji bo gora xwe xerc kiriye. Ozdemîr wiha axivî:
"Ez li gundê Çîçekê hatim dinyayê û li wir mezin bûm. Niha ez li Enqereyê dijîm. Min xwest ku beriya ku ez bimrim gora xwe bidim çêkirin û ez kêfxweş im ku min ev pêk anî. Min balîf û lihêf jî xiste hundirê gorê. Ji kêfxweşiyên min yên herî mezin yek jî ew bû ku min gora xwe da çêkirin. Ji bo ku çêkirina gorê biqede ez ev salek e dixebitim."
Ozdemîr ragihand, ji bo ku kes xisarê nede gorê, wî li der û dora gora xwe qefeseke hêsin jî daye çêkirin.
Ozdemîr got ku gelek kes pîrozbahiyê didin wî û wiha axivî: "Behsa mirinê ji bo mirovan tiştekî sar e û nebaş e. Lê bi ya min divê mirov di vê mijarê de wêrek be. Lewra dê were serê herkesî. Ji ber ku ez ji Enqereyê me, him ji bo ku gorê biparêzim û him jî hin caran ez li gorê binêhêrim ez dê sîstema kamerayê ya ewlehiyê li ser gora xwe bidim çêkirin. Bi vî awayî ez her li ku derê bim ez dê gora xwe bibînim."