İzzet Mazı,Sinan Doruk
20 Tebax 2023•Rojanekirin: 21 Tebax 2023
Li Kahramanmaraşa ku tesîra erdheja 6ê sibatê lê çêbû hemû erdhejzedeyên di konbajaran an jî malên ku hatine kirêkirin da dijiyan di konteyneran da hatin bicîkirin.
Midûrê Bajêr yê AFADê Tayfun Temur ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku piştî erdhejê birînên erdhejzedeyan tên pêçandin û di vê çarçoveyê da li 29 cihan 49 konbajar hatine avakirin.
Temur got li van deran 7 hezar û 153 kon hatin vegirtin ku qasî 30 hezar û 217 welatî di van konan da hatin bicîkirin.
Temur anî ziman ku li bajêr ji vê hefteyê pê va konbajar hatin rakirin, binê wan hat paqijkirin û wiha axivî: "Qismeke mezin ya welatiyan di konteyneran da hatin bicîkirin, qismekan jî alîkariya kirê hildan û di malan da hatin bicîkirin."
Temur destnîşan kir ku 46 konteynerbajêr hatine avakirin ku di van da 56 hezar û 302 welatî dijîn û wiha dewam kir: "Di 46 konteynerbajaran da 16 hezar û 595 konteyner hatine vekirin ku di van da 56 hezar û 302 welatî dijîn. Di hemûyan da klîma hatine bicîkirin. Tê da sarinceke biçûk, termosîfon, ocaxeke biceyran, ranza, nivîn, betanî, balgî, nevresim, xalîçe, satila çopê, kursî, mase, şîşa kincan li ser radixin, çekyat, alavên mitbaxê, alavên paqijiyê hene. Ji bo karên baştir em dixebitin."
Fatma Yetîma 3 meh di konekê da jiyaye û niha derbasî konteynerê bûye jî spasiya rayedaran kir û got înşallah paşê ew bikaribin derbasî malên xwe bin.
Rabîa Ketena mala wê di erdhejê da hilweşiyaye û 2 mehan di konekî da jiyaye jî spasiya kesên keda wan di vî karê da heye kir û got ew her tim diayan dike.