Li Zaxoya navçeya Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê 270 malbatên êzdî yên ku li park û keviyên rê diman, di konên Serokatiya Rêvebirina Rewşa Acil û Afatê (AFAD) de hatin bicîkirin.
Malbatên êzdî yên ku piştî êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) ji herêma Şengalê revîn û xwe sipartin Zaxoya Dihokê li park û keviyên rê diman.
AFADê ji bo êzdiyên ku li derva mane li herêma Derebûnê kon vegirtin û 270 malbatên êzdî di van konan de bi cî kir.
Serokê Daîreya Alîkariyê ya AFADê Abdullah Dîlsîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji bo alîkariya êzdiyan bikin hewl didin û wiha got: "Di van konan de tenê kêmasiya binesaziyê heye. Me serî li waliyê Dihokê û qaymeqamê Zaxoyê da. Em ê paşê malbatên ku li vir dimînin sewqî kampê bikin."
Dîlsîz diyar kir ku Tirkiye wê alîkariya xwe ya ji bo penaberan tim bidomîne û got ku em ê alîkariya saziyên neteweyî û navneteweyî jî bigihînin Iraqê.