Utku Şimşek
07 Îlon 2024•Rojanekirin: 08 Îlon 2024
Li Pazarcixa navçeya Kahramanmaraşê di saet 09.31ê da bi mezinahiya 5an erdhejek çêbû.
Li gorî nûçeya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ragihand ku navend navçeya Pazarcixê di saet 09.31ê da bi mezinahiya 5an erdhejek hat tomarkirin.
Hat tesbîtkirin ku erdhej bi qasî 7 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye.

AFADê derbarê erdheja li Kahramanmaraşê da daxuyanî da
Serokatiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) li ser erdheja bi mezinahiya 5an a ku di saet 09.31ê da li Pazarcixa navçeya Kahramanmaraşê hat tomarkirin, daxuyanî da.
AFADê di daxuyaniya xwe da wiha got, "Piştî erdheja bi mezinahiya 5an a ku di saet 09.31ê da li Pazarcixa navçeya Kahramanmaraşê çêbû, heta niha tu rewşeke neyênî berçav neketiye. Xebatên venihêrînê li qadê didomin. Ji bo welatiyên me yên ku bandor li ser wan çêbûye, em saxî û silametiyê dixwazin."