AMSTERDAM
Holanda hê jî di bin tesîra ketina firokeya Rêhewaya Malezyayê de ye. Di firokeya ku ket rojhilatê Ukraynayê de 193 welatiyên Holandayê hebûn û ji ber vî hindê Holandî gelekî li ber xwe dikevin.
Bûyera ku bû sedema diltengiya hemû welatiyan, ev hefteyek e ku rojeva sereke ya siyaset û medyayê ye. Di serî de Serokwezîr Mark Rûtteyê ku betlaneya xwe nîvî de hişt û vegeriya, endamên kabîneyê tenê li ser vê bûyerê hûr dibin. Serokwezîr heme hema heroj çendîn caran civîna çapemeniyê li dar dixe û raya giştî ji pêşveçûnan haydar dike. Wezîrê Karên Derve Frans Tîmmermans jî diçe welatên cuda cuda û hewl dide ku sedema ketina firokeyê diyar bibe û berpirsyar jî bên cezakirin.
Ji bo kesên di bûyera ku bala çapemeniya nevneteweyî dikşîne de can dan, li bajarên cuda yên Holandayê merasîmên bibîrananê tên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de pêşiya Firokegeha Schipholê ya ku balafir lê firê ket, bû mîna baxçeyeke gulan.
Mirovên ku li pêşiya firokegehê civiyan ji bo qurbaniyan dia dikin, findan pê dixin û deftera teziyeyê îmze dikin.
Ji hêla din hat zanîn ku Sekreterê Giştî yê berê yê NYyê Kofî Annan û rayedarekî payebilind ê Rêhewaya Malezyayê jî deftera serxweşiyê îmze kirin.