2019 ж. 03 сәуір•Rojanekirin: 2019 ж. 04 сәуір
Hat ragihandin ku li Holandayê terorîstekî endamê YPG/PKKyê hat binçavkirin.
Di daxuyaniya serdozgeriyê da hat diyarkirin, terorîstê 24 salî yê YPG/PKKyî ji ber sedemê ku li Sûriyeyê beşdarî berxwedana biçek bûye, hefteya borî li Balafirgeha Amsterdam Schipholê hat binçavkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, endamê rêxistina terorê ku hat tesbîtkirin di berfanbara 2016an da ji ser Fransayê ra derbasî Sûriyeyê bûye, li bajarê Laheyê yê Holandayê dijî û ev qederek e jî tê şopandin.
Di daxuyaniya dozgeriyê da herwiha hat gotin, yê ku li Sûriyeyê bi awayekî rûnixumandî hevpeyvîn da bernameya têlevîzyonê EenVandaag ku li Holandayê 22yê Îlona 2017an hat weşandin, ev endamê rêxistina terorê ye.
Herwisa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku vî endamê rêxistina terorê di hevpeyvînê da diyar kir ku li bajarê Reqayê yê Sûriyeyê li kêleka YPG/PKKyê li dijî DEAŞê têkoşîn da.
Hat ragihandin, endamê rêxistina terorê yê ku mehek berê vegeriya Holandayê, îro beriya ku derkeve ber dadgehê, biryara binçavkirina wî du hefte hat dirêjkirin.