Di pêşbirka kifşkirina sêyemînê tûrnûwayê ya li Stada Nacionalê ya li Brasiliaya paytexta Brezîlyayê herdu tîmên ku fînal ji destên xwe kirin Holanda û Brezîlya hatin li hemberî hev.
Holandayê bi golê ve dest bi pêşbirkê kir. Di hemleya Holandayê ya baş de lîstinvanê tîma Brezîlyayê Thiago Silva, Arjen Robben di qada cezayê de xist erdê û hakem jî niqteya penaltiyê nîşan da û qartê zer jî da Thiago Silva. Van Persie derbasî li ser gogê bû şût avêt quncê qeleyê û bû gol: 1-0
Di deqîqeya 17an de dîsa Holandayê dijhemleyek kir û Jonathan de Guzman gog ji hewa şand qada cezayê û parêzvanê Brezîlyayî David Luiz xwest ku bi serê xwe gogê dûr bixe, lê gog kete pêşiya Daley Blindê lîstikvan ciwan ê Holandayê û bi şûta Blind gog bû gol: 2-0
Di wextê mayîn ê beşa yekemîn a pêşbirkê de tu gol nehat avêtin û bi vî hawî beşa yekemîn 2-0 bi serketina Holandayê qediya.
- Beşa Duyemîn
Beşa duyemîn a pêşbirkê zêdetir bi têkoşîna nava qadê ve derbas bû.
Di wextê asayî yê beşa duyemîn de gol pêk nehat, lê tîma Holandayê di deqîqeya yekemîn a ji 5 deqîqeyên dirêjkirinê de dîsa golek avêt. Gola Holandayê ya sêyemîn Georginio Wijnaldum avêt.
Bi skora 3-0ê ve Holandayê Brezîlya têk bir û di tûrnûwayê de bû sêyemîn.