Haydar Şahin
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li Reyhanliya navçeya Hatayê di depoya cebilxaneya eskerî da qetîn çêbû.
Li gor agahiyên hatin sitandin, di depoya cebilxaneya eskerî ya li nêzî Stada Tayfur Sokmen a Reyhanliyê da ji ber sedemeke hê nayê zanîn teqîn çêbû.

Li gor tesbîtên ewil di teqînê da mirî an birîndar tunin, hat dîtin ku di hin beşên depoyê da şewat derket.

Ji bo tevdîrê hin malên li nêzî herêma teqîn lê çêbû hatin valakirin.
Li herêma tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin car caran dengê teqînan tê.