25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ADANA
Li Edeneyê di çarçoveya operasyona dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 45 şikbar hatin biçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser FETO/PDYê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê rêva dibe da der heqê hin şikbarên ku tê îdiakirin ByLocka bernameya ragihandinê ya Rêxistinê bi kar anîne da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li ser vê ekîbên Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyona hemdem birin ser 65 navnîşanên li navenda bajêr.
Di operasyonê da 45 kesên ku di nav wan da kesên ji karmendiyê hatine avêtin an hatine dûrxistin jî hene hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da hê li 20 şikbaran digerin.