13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ADANA
Li Edeneyê 13 kes bi îdiaya ku beşdarî xwepêşandanên korsan bûn û li ser medyaya civakî di parvekirinên xwe da pesina rêxistina terorê PKK/KCKyê dan, hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgeha Edeneyê tevî polêsên hereketa taybet serê sibê operasyon li dar xistin û deriyên hin malan şikandin û ketin hundir.
Herwiha ekîban bi wesayîtên zirxpoş û çekên giran va li serê kuçeyan tevdîrên ewlekariyê wergirtin û ekîbên mayîn jî bi awayekî berfireh li hundirê xanî û baxçeyan geriyan.
Di çarçoveya operasyonê da 13 kes bi îdiaya ku beşdarî xwepêşandanên korsan bûn û li ser medyaya civakî di parvekirinên xwe da pesina rêxistina terorê PKK/KCKyê dan, hatin binçavkirin.
Dîsa eşkere bû 13 kesên mayîn yên ku lê digerin li adresên xwe nehatin dîtin û herwiha xebata desteserkirina van kesan berdewam e.
Berşikên binçavkirî pêşiyê li Dezgeha Tiba Edlî ya Edeneyê ji kontrola tenduristiyê derbas kirin û paşê jî birin Midûriyeta Ewlekariyê.