13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ANKARA
Li 21 bajarî operasyon birin ser PKK/KCKya rêxistina terorê, di operasyonan da 412 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Wezareta Karên Navxweyî hatin sitandin, hêzên ewlekariyê do li 21 bajarî operasyon kirin, 412 şikbar bi hinceta endamtiya PKK/KCKya rêxistina terorê va hatin binçavkirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û di lêgerînê da gelek sîlah, cebilxane û dokumanên rêxistinê girtin.
Di operasyonên ku di navbera 6-12ê nîsanê da li 13 bajaran birin ser DEAŞa rêxistina terorê da jî 131 kesên ku hat tesbîtkirin di nav rêxistinê da çalakiyan dikin hatin binçavkirin, gelek sîlah, cebilxane û dokumanên rêxistinê hatin girtin.