Li Duzceyê lehî û hêlan
Li gundê Ugurlu yê Akçakocayê cesedê jinekê û yê zarokekê hatin dîtin
Düzce
Li Akçakocaya navçeya Duzceyê li gundê Ugurluyê ku lê lehî rabû û hezaz çêbû, cesedê jinekê û yê zarokekî hatin dîtin.
Di çarçoveya xebatên ku li herêmê ji bo dîtina 4 kesên wenda dewam dikin da ekîbên AFADê li gundê Ugurluyê cesedê jinekê û yê zarokekê dîtin.
Ekîb xabatên xwe dewam dikin da ku cesedan ji ciyên ku lê ne derxin.
Herwiha li herêmê xebatên ekîban yên ji bo dîtina 2 kesên wenda dewam dikin.
17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku 7 kes wenda ne.
Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 19ê tîrmehê di newala navbera gundê Esmahanim û gundê Ugurluyê da cesedê Fatma Tongela 42 salî ku wenda bûbû û lê digeriyan û herwiha 21ê tîrmehê jî 200 mêtre li biniya gundê Ugurluyê li ciyê ku dehl e, cesedê Cengîz Tongel hatibûn dîtin. Duh jî li gundê Ugurluyê cesedê Sanem Kaplana hevalcêwî ya 7 salî hatibû dîtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.