Tirkiye

Li Diyarbekirê 48 berhemên dîrokî hatin girtin

Li Diyarbekirê di operasyona cendirmeyan kir da 48 berhemên dîrokî hatin girtin.

Haydar Şahin  | 05.08.2020 - Rojanekırın : 06.08.2020
Li Diyarbekirê 48 berhemên dîrokî hatin girtin

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê di operasyona cendirmeyan kir da 48 berhemên dîrokî hatin girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di xebata Fermandariya Cendirmeyên Bajêr dimeşînin da îxbar hat hildan ku hin kesên li Kayapinara navçeya navend dijîn li mişteriyan digerin ku berhemên dîrokî yên di destê xwe da bifroşin.

Ekîban operasyon dan destpêkirin, li îstasyoneke sotemeniyê şikbarên dixebitîn berhemên dîrokî bifroşin li ser sûc girtin.

Ekîb li şikbaran û wesayîtên wan geriyan, di lêgerînê da 31 sîke kupaya bronz a bi fîgur, berhemeke 22 santêmî ya bi şikl, 7 peykerên metal, 2 berhemên dişibin rûyê merivan, mora bi nîşaneya hec, berhema li ser mar hatiye neqişandin, lewheya bronz, madalyon, 2 tasên himamê bi tevahî 48 berhem girtin.

Berhemên dîrokî yên hatin girtin ji bo mihefezeyê teslîmî Midûriyeta Muzeyê kirin.

Der heqê 3 şikbarên hatin derdestkirin da lêpirsîn dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın