Tirkiye

Cotkarên ji germê aciz in bi şev zeviyên xwe didirûn

Li Agiriyê ji ber ku germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye, cotkarên ku zeviyên xwe didirûn, aciz dibin. Cotkar lewma jî xebata xwe bi piranî bi şev dikin.

Önder Beyter  | 05.08.2020 - Rojanekırın : 06.08.2020
Cotkarên ji germê aciz in bi şev zeviyên xwe didirûn

Ağrı

 Li bajarê Agiriyê ku çandinî û heywandarî lê berbelav e, cotkar ji ber germahiya hewayê bi şev dixebitin û zeviyên xwe didirûn.

Li bajêr ji ber ku germahiya hewayê di ser asta demsalê da ye, cotkarên ku zeviyên xwe didirûn, aciz dibin.

Li bajêr nava rojê germahiya hewayê digihîje 36 pileyan û lewma jî cotkarên ku berbangê dest bi dirûna zeviyan dikin, nîvro navberê didin û cardin êvarê karê xwe didomînin.

Cotkar ji bo ku bi şev bixebitin, pergala ronîkirinê saz dikin û bi vî awayî bi şev li ber vê roniyê ji aliyekî va hem zeviyê didirûn û ji aliyekî din va jî partosê didin xebatê.

- "Ji ber ku hewa zehf germ e, em bi şev dixebitin"

Cotkar Nizamettin Akkiliç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan di hefteya yekemîn a tîrmehê da dest bi dirûtina zeviyan kir û vê axiriyê jî ji ber ku hewa zehf germ bû, ew nikarin nava rojê li çolê bixebitin.

Akkiliç bal kişand ku ji ber germa nava rojê, xebata bi şev çêtir e û wiha dewam kir:

"Nava rojê tav diqijirîne, lewma mirov nikare bixebite. Bi şev hewa hênik e, lewma xebata bi şev jî xweş e. Em niha zeviyên ceh didirûn. Hefteyek e em ceh didirûn. Ev 3-4 roj e jî em bi şev dixebitin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın