ÇORUM
Li navçeya Kargiyê ya li ser Çorûmê erdhejeke ku lerza wê 4,5 bû, qewimî.
Li gor agahiyên Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Qandîllîyê ya Zanîngeha Bogazîçîyê erdhej di saet 21.57an de qewimî. Navenda erdhejê gundê Abdullahê ye û li vir lerza erdhejê wek 4,5 hat pîvan.
Li gor agahiyan kes nemir û zirar negihişt tu avahiyan.
Erdhej li navçeyên Kargi, Osmancik û Îskîlîpê di gel gund û bajarokên derdorê hat hîskirin.