Haydar Şahin
13 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2020
Li Îskilîpa navçeya Çorumê li kaneke komirê ji ber xaza asêmayî teqîn çêbû, di teqînê da karkerek mir û 3 karker jî birîndar bûn.
Li kana komirê ya nêzî gundê Çomuyê ji ber xaza metanê teqîn çêbû. Di teqînê da karkerek mir û 3 karker jî birîndar hatin xilaskirin.
Karkerên ji kanê hatin derxistin jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Atif Xoceyê Îskilîbî.
Hat ragihandin ku rewşa du birîndarên tên dermankirin giran e.