02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê piştî ku qedexeya derketina derva ji bo hin saetan hat rakirin, welatiyên ku 78 roj berê navçe terikandibûn, dest bi vegerê kir.
Li Cizîrê TSK û hêzên ewlehiyê di 14ê berfanbara 2015an da bi rêvebirina Fermandarê Artêşa 2yemîn Orgeneral Adem Hudutî operasyona "Cendirmeyê Cangorî Astsubay Çawîşê Biqidem Burak Demircî" dest pê kiribû. Îro ji saet 05.00î pê va qedexeya derketina derva ji bo hin saetan hat rakirin. Piştî vê biryarê welatiyan dest pê kir û vedigerin malên xwe.
Piştî 78 rojan li navçeyê qedexe hat rakirin û gelek malbat vegeriyan malên xwe. Di ketina navçeyê da cihên lêgerînê hatin çêkirin û li van derana wesaît ketin dorê. Polês nasnameya welatiyan kontrol dike û paşê hildide navçeyê.
- Gelek mal û kargeh tehrîb bûne
Welatî ji bo teqemeniyên ku terorîstên PKKê bi cih kirine, hatin hişyarkirin. Welatî derbasî malên xwe bûn, lê rastî halê navçeyê jî hatin. Texrîb hema bê li her derê navçeyê heye.
Welatî piştî ku çav mal û kargehên xwe yên xirabe ketin, şaş û metel man.
Li navçeyê dest bi tesbîtkirina xesarê hat kirin û ji aliyekê va jî xebatên temîrkirina binesaziyê dewam dikin.
Ekîb molozên sikakan radikin, têlên ceyranê tên temîrkirin. Qaymeqamtiya Cizîrê jî alîkariya xidayê dide welatiyan.
Li markêt û kolanan qerebalixî balê dikşîne.