02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr di çarçoveya xebatên "Plana Çalakiyê ya Yekîtî, Hizûr û Demokrasiyê" da bi parlementerên Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ra hat bal hev.
Kurtulmuş li Navenda Giştî ya AK Partiyê di çarçoveya xebatên "Plana Çalakiyê ya Yekîtî, Hizûr û Demokrasiyê" da bi parlementeran ra hat bal hev.
Piştî girtina dîmenan civîna ji çapemeniyê ra girtî dewam kir û Wezîrê Gumruk û Ticaretê û Parlementerê Meletiyê Bulent Tufenkçî, Wekîlê Serokê Meclisê û Parlementerê Adiyemanê Ahmet Aydin û Misteşarê Pergala Kamuyê û Ewlehiyê Muhammed Dervîşoglu jî tevlî civînê bûn.
Di civîna ku di serokatiya Kurtulmuş da dest pê kir da li ser têkoşîna dijî terorê, telafîkirina zirara medî û menewî yên welatiyan û di Pêvajoya Biratî û Yekîtiya Neteweyî da gavên ku hewce dikin, xeberdan.