Haydar Şahin
02 Adar 2016•Rojanekirin: 03 Adar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ber axaftina Parlementerê Mûşê yê HDPê Ahmet Yildirim ya ku di 26ê sibatê da li Lijneya Gişkî ya Meclisê kiribû doza tezmînata menewî ya ku 50 hezar lireyî digre vekir.
Huseyin Aydin, Muammer Cemaloglu, Buhanettîn Sevencan û Tugba Saglam Ekera parêzerên Serokomar Erdogan daxwazname dan Dadgeriya Dadgeha Hiqûqa Esliye ya Enqerê û di daxwaznameyê da diyar kirin ku Yildirim di axaftina xwe ya ku di 26ê sibatê da li Lijneya Gişkî ya Meclisê kiribû da 'tecawizî heqên şexsiyetê kiriye û îftira avêtiye Erdogan'.
Di daxwaznameyê da cî dan axaftina Yildirim û hat destnîşankirin ku axaftina wî ji sînorên rexnekirin û azadiya îfadeyê dûrtir in.
Di daxwaznameyê da hat bibîrxistin ku di demên hilbijartinên serokwezîrî û serokomariyê da Erdogan beyanata mal û milkê xwe pêşîkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiriye, ev beyanata jî di Rojnameya Fermî da hatiye weşandin û bi vi awayî her kes dikare mal û milkên wî bibîne.
Di daxwaznameyê da hat diyarkirin ku îfadeyên ku Yildirim di axaftina xwe ya li Lijneya Gişkî ya Meclisê da bi kar anî neheq in û li dijî rêz û rêziknameyên hiqûqê ne, armanca ew e ku Erdogan di civakê da piçûk bixe.
Di daxwaznameyê da hat destnîşankirin ku ji ber gotinên Yildirim yên li meclisê doza tezmînata menewî vekirin û di daxwaza ew e Yildirim 50 hezar lire tezmînata menewî bide.