17 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
TBMM
Cigirserokê Koma HDPyê Ahmet Yildirim li Meclisê di civîna çapemeniyê de got: "Hevdîtina Erdogan ya ku ji bo xalê deyne û biqedîne çûbû, li gor me bi sê xalan ve gihîştiye encamê. Di civîna çapemeniyê ya hevpar de wiha hatiye gotin 'Kerem bikin ji vir şûnde hûn şîrove bikin'. Trump sê xal danîne û gotiye 'kerem bikin, dewam bikin'.
Yildirim li ser pirseke ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Emrîkayê nirxand û wiha axivî: "Di naveroka hevdîtinê de yek hevokek jî der barê mijarên ku Erdogan çû li wir ku xalê deyne de tune. Ji bo hin hevokên wî (Erdogan) bi taybetî jî dema behsa YPGyê dikir Trump dibişirî ku ev jî li gor me pir bimane ye. Ez pêşniyar dikim Erdogan dema behsa YPGyê dike vê cardin temaşe bikin, Trump dikeniya. Ev tê çi maneyê ez ji we re dihêlim, ji raya giştî re dihêlim. Trump hevdîtina çapemeniyê ya hevpar pir kin kir. Li wir jî behsa hevdîtina xwe ya bi Lavrov re dike. Hevdîtina Erdogan ya ku ji bo xalê deyne û biqedîne çûbû, li gor me bi sê xalan ve gihîştiye encamê. Di civîna çapemeniyê ya hevpar de wiha hatiye gotin 'Kerem bikin ji vir şûnde hûn şîrove bikin'. Trump sê xal danîne û gotiye 'kerem bikin, dewam bikin'. Encama vê ev e û li gor me ev fîyasko ye. Ji bo ku 20 deqîqeyan hevdîtinê bike çû wir?"
Li ser pirsa rojanamegerekî ya "Tê gotin ku di kongreya AK Partiyê da Serokomar wê li ser çareserkirina pirsgirêka kurdan sînyalan bide. Bi awayê ku pêvajoya çareseriyê wê cardin dest pê bike. Heke pêvajoya çareseriyê dest pê bike, hûn ê di nav da cih bigirin?" jî wiha got:
"Em li vî welatî tu wextî ji bo çareserkirina meseleya kurdan û meseleyên civakî ji diyalog, mizakere û pêvajoyên çareseriyê neqetiyan. Em hê li wê derê ne. Heke tiştekî wiha dest pê bike, ne tenê wek gotin, em dixwazin niyet werin eşkerekirin. Heke qesr an jî îqtidara siyasî di rêya serokatiyê da pêdiviya wan bi pêvajoyeke wiha hebe, heyfa wan li vî welatî nayê. Helwesta me hê wek ya sibata 2015an a Dolmabahçeyê ye. Me tu wextî terk nekir. Heke pêvajo dest pê bike, çi rol were em ê hildin ser milê xwe."