ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş der barê Pêvajoya Çareseriyê de wiha got "Maliyeta paşdevegerîna vê yekê, ji maliyeta ketina aliyê din zêdetir e. Ne kesên ku di destê wan de çek hene, ne kesên ku ji bo wan bingeha siyasî amade dikin, ne hikûmet, ne jî hêzeke din, li Tirkiyeyê êdî tu kes bi tu awayî paşdevegerînekê qebûl nake. Bi taybetî gelê me vê qebûl nake."
Kurtulmuş di Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) de bersiva pirsên di rojevê de da.
Kurtulmuş li ser pirsa "We gotibû ku piraniya pêvajoya çareseriyê temam bûye lê belê beşên biçûk lê zehmettir mane. Beşa ku hûn wekî dijwar binav dikin çi ye? Gelo hûn beriya hilbijartinê der barê vê beşa dijwar de li benda tu pêngavên berbiçav in an na? Êrîşa terorê ya li Agiriyê mînakeke vê yekê ye? destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêşketina Pêvajoya Çareseriyê gelekî girîng e.
Kurtulmuş bal kişand ku pêngavên mezin hatin avêtini ji vana jî ya herî girîng guherîna di hişmendiya dewletê de ye û got ku zihniyeta dewletê ya ku ji cudahiyên welatiyên xwe, zimanê wan ê zikmakî, jiyana wan, muzîka wan, baweriya wan û cil û bergên wan ditirsiya li paş ma.
Kurtulmuş qal kir ku zihniyeta dewletê bi salan bû li ser polîtikayên red, înkar û asîmîlasyonê hatibû avakirin, ev yek di serî de gelê Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li ser hemû welatiyên Tirkiyeyê tehdeyeke mezin bû. Kurtulmuş diyar kir ku berî her tiştê vê zîhniyetê ji holê rakirin.
Kurtulmuş bi bîr xist ku di heyama Serokwezîriya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de li Diyarbekirê Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises stranên kurdî, tirkî û erebî gotin. Kurtulmuş da zanîn ku ev yek gelekî baş nîşan dide ku li Tirkiyeyê pêngava ku ji bo aştiyê hat avêtin li ser bingeheke ji dil hatiye avakirin.
-"Hûn nikarin bi destekî ku li ser çekê ye govendê bikin"
Kurtulmuş bi bîr xist ku mafê parastina bi zimanê zikmakî hat dayîn, qenalên televîzyonê bi zimanê zikmakî weşanê dikin û gleek guherînên bi vî awayî hatin kirin. Kurtulmuş destnîşan kir ku di pêvajoya ji niha pê ve de divê li Tirkiyeyê çek bên veşartin, çek bên rawestandin û kesên ku di destê wan de çek hene vê yekê îlan bikin. kurtulmuş bal kişand ku dê ev yek bibe yek ji qonaxên herî girîng ên pêvajoyê û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji ber ku mirov nikare bi destekî ku li ser çekê ye govendê bike. Ji bo ku mirov bikare govendê bike divê her du destê mirov jî vala bin û her du dest jî dirêjî aştiyê be. Em hêvî dikin ku beriya van hilbijartinan çek bên rawestandin û ji merhaleyeke girîng jî derbas bibûna. Piştî wê pêngavên ku dê ji bo normalîzebûna Tirkiyeyê bihatana avêtin diman. Ev yek hinek pêk hatin hinek pêk nehatin. Lê belê em digel van hewldanên niyedpak dîsa dizanin ku ji hûndir û derve hin hêman, hin hêmanên naxwazin ku ev pêvajo bigêhêje aştiyê hene."
Kurtulmuş got dibe ku beriya hilbijartinê hin provokasyon çêbin û wiha axivî: "Lê ev êdî dê tu carî neqewime, ez ji dil ji vê bawer dikim, ez bi xwe wek kesekî ku di rojên herî dijawar de jî dev ji xweşbiniya xwe bernade dibêjim. Maliyeta paşdevegerîna vê yekê, ji maliyeta ketina aliyê din zêdetir e. Ne kesên ku di destê wan de çek hene, ne kesên ku ji bo wan bingeha siyasî amade dikin, ne hikûmet, ne jî hêzeke din, li Tirkiyeyê êdî tu kes bi tu awayî paşdevegerînekê qebûl nake. Bi taybetî gelê me vê qebûl nake."
-"Tirkiye dê ji bo welatên herêmê û hemû cîhanê bibe mînak"
Kurtulmuş got ku piştî bûyerên 6-7ê cotmehê jî piştgiriya ji bo Pêvajoya Çareseriyê dora ji sedî 70yan bû û dê ev piştgiriya hêzdar berdewam bike. Kurtulmuş qal kir heke rêxistin vîna çekdanînê bi awayekî berbiçav nîşan bide dê pêngavên normalîzebûnê bi lez bên avêtin û da zanîn ku aliyê dijwar ê meseleyê xilas bû, aliyê din ê ku maye jî dê bi piştgirî, vîn û bibiryariya gel xilas bikin.
Kurtulmuş destnîşan kir ku pêvajoya çareseriyê mijara Tirkiyeyê tenê nîne û qal kir ku piştî 1990an li Balqanan, Qafqasan, Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakur û Yêmenê û herêma ku Ukrayna jî di nav deye de, şerên mezhebî, yên etnîk, hin perçebûnên siyasî diqewimin. Kurtulmuş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê teror bû sedemê 1,2 trîlyon dolar zirara madî û mirina 50 hezar mirovî, heke teror biqede dê li Tirkiyeyê aştî bê pêk anîn û digel vê yekê ev yek dê hem ji bo welatên herêmê hem jî ji bo hemû cîhanê bibe mînak. Kurtulmuş axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Nexwe di sala 2015an de digel rabirdûyeke ev qas kûr û bixwîn dikarin aştiyê pêk bînin, nexwe li Tirkiyeyê ew kesên ku ev hezar sal in bi hev re dijîn, mirovên ku li ser heman erdnîgariyê dijîn, zarokên heman çand û şaristaniyê dikarin aştiyeke mayînde pêk bînin. Serkeftina vê pêvajoya çareseriyê dê bibe serkeftina Tirkiyeyê, rast e. Lê belê ev yek dê bibe mînakeke gelekî baş ku Tirkiye pêşkêşî hemû cîhanê kir. Ji bo ku aştî bê pêkanîn, îstiqrara vê herêmê bê pêkanîn dê bibe mînakeke gelekî baş. Ji niha pê ve paşdevegerîn tune. Dê hêza tu kesî têrî neke ku Tirkiyeyê di Pêvajoya Çareseriyê de paş de vegerîne."
-"Heke HDP ji bendê derbas nebe dinya xira nabe"
Kurtulmuş di mijara gelo dê HDP di hilbijartinên giştî yên di 7ê hezîranê de ji bendê derbas bibe an na wiha axivî:
"HDP ji bendê derbas dibe an an, ez nizanim. Ez bi xwe ji bendê derbasbûna HDPyê wekî dewlemendiya demokrasiya Tirkiyeyê dibînim. Lê belê di encamê de heke HDP ji bendê derbas nebe, dinya xira nabe, hêmaneke ku dê zirarê bide pêvajoya çareseriyê nîne. Ji ber ku wekî em bi israr dibêjin xwediyê pêvajoya çareseriyê ne AK Partî ye, ne hikûmet ne tenê serê xwe HDP ye ne jî kesên din. Xwedî, birêvebir û kontrolkerê pêvajoya çareseriyê gel bi xwe ye. 77 milyon bi hemû hêza xwe li pêvajoya çareseriyê xwedî derketin. Li Rojhilat jî li Rojava jî mirov dibêjin ku 'êdî bes e, dawî li vê karê bînin."
- Sîstema rêwebiriya Tirkiyeyê
Kurtuşmuş got "Pergala Tirkiyeya kevn bi vê halê xwe heta vir bes e" û destnîşan kir ku teqez divê pergal biguhere.
Kurtulmuş bal kişand ku Destûra Bingehîn a 1982yan bereksê ku tê zanîn mijara jihevcudabûna rêzikdanîn, birêvebirin û darazê neanî û wiha axivî: "Prensîba cudahiya hêzan ne, lê belê prensîba parçebûna hêzan bi xwe re aniye. Niha ya hêzdar pergal e, gel nîne. Nîqaşa otokrasiyê tê kirin. Kesekî dîktatoriyê bixwaze divê vê pergalê biparêze. Tu dilxwazên dîktatoriyê yê ku eqlê wî dixebite dê nexweze ku pergala berdest biguherîne."
Kurtulmuş destnîşan kir dema em şert û mercên îro bidin ber çavan tekane senaryoya ku îxtimal heye partiyên muxalefetê bên ser îqtidarê pergala serokatiyê ye û wiha got: "Dibe ku di nav pergala serokatiyê de namzedekî baş derxînin, îxtimalekî dikarin li ser pergala serokatiyê îqtidarê bi dest bixin."
news_share_descriptionsubscription_contact
