21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
BURSA
Li Bursayê di operasyona dijî FETO/PDYyê da 19 doxtorên ku di nav wan de kesên ji wezîfeyê hatibûn avêtin jî hene hatin binçavkirin.
Di operasyonê da ekîbên Şaxa Têkoşîna dijî Sûcên Organîze yên Midûriyeta Ewlehiyê 19 gumanbar binçav kir. Piştî miemeleyên li midûriyeta ewlehiyê, gumanbar sewqî dadgehê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê da li 2 kesan jî digerin.
Serdozgeriya Komarê ya Bursayê di çarçoveya lêpirsînê da, ji bo 21 doxtorên nexweşxane û ocaxên yekîtiya giştî de dixebitîn û ji wezîfe hatibûn derxistin biryara girtinê dabû.