Emrah Gökmen,Halis Akyıldız
12 Îlon 2024•Rojanekirin: 13 Îlon 2024
Li Beykoza navçeya Stenbolê li keviya otorêyê 2 bombeyên destan yên neteqiyayî hatin dîtin.
Li ser otorêya TEMê texma Kavacikê ber bi îstiqameta Edirneyê va, welatiyan li keviya rê pakêteke biguman dît û xeber dan rayedaran.
Ekîb hatin cihê bûyerê û piştî sitandina tedbîrên ewlehiyê, di nava kîsikekî da 2 bombeyan destan dîtin ku hê jî pîmên wan nehatine kişandin.
Ekîban bi mebesta vekolînê bombe ji cihê bûyerê birin.