Türkan Tosun
29 Nîsan 2019•Rojanekirin: 30 Nîsan 2019
Li Behra Spî bi lerza 4,8 erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rêvebiriya Afat û Rewşa Acil (AFAD) di saet 07.43an da li qeraxên Marmarîsê bi lerza 4,8 erdhejek çêbû.
Hat ragihandin erdhej 38 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Qaymeqamê Marmarîsê Celalettîn Yuksel ji nûçegihanê AAyê ra wiha daxuyand: "Li Marmarîsê ji ber erdhejê niha tu pirsgirêk tune."