Orhan Onur Gemici
21 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2023
Li Behra Egeyê li Kendava Kuşadasiyê di saet 02.49an da bi mezinahiya 4an erd hejiya.
Li gor agahiya ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) 10,13 kîlometre dûrî Kuşadasiya navçeya Aydinê bi mezinahiya 4an erd hejiya û li gor tesbîtê erdhej 13,11 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.