BATMAN
Li Batmanê bi bomban êrîşî avahiya xwendekaran û avahiya noterê kirin. Di avahiyan de xesar pêk hat.
Êrîşa ewil di saet 23.00an de birin li ser avahiya xwendekarên mêr ya Bahçelîevlerê ya ku li taxa Cumhuriyetê û li kûçeya 1508an e. Bombeya ku bi destê hin kes an jî kesên ku nediyar hat avêtin camên deriyê avahiyê şikênand. Êrîşa duyem di heman saetê û di heman taxê de li avahiya Notera 6em a li kûçeya 1504an e hat kirin. Di vê erîşê de jî camên hin malan şikestin.
Polêsan piştî bûyêrê tevdîrên bergiriyê kirin û operasyonê dest pê kir. Ekîbên lêkolîner li cihê bûyerê lêkolîn kir.