GAZÎANTEP
Di demsala payîzê de li ser çemê Feratê dîmenên xweşik derdikevin holê.
Li navçeya Arabanê li der û dorên çemê Feratê payîz zehf xweş derbas dibe. Li peravê Feratê her demsal awayekî din xweş e. Gava ku payîz tê, rengê belgê daran diguherin û dibin sor û zer. Hin belg jî kesk dimînin û dîmenên xweşik derdikevin hole.
Mirovên ku ji qerebalixa bajêr aciz dibin her demsal diçin peravê çemê Feratê û li wir bîna wan dertê, kêfa wan xweş dibe.
Ziyaretvan li wan cihên tebiî bêhna xwe vedidin û pişt re jî wêneyan dikişînin.