20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2016
IGDIR
Çiyayê Agiriyê ya ku li Tirkiyeyê çiyayê herî bilind e û her tim li ser berf heye hemû demsalan ji bo çiyagerên herêmî û biyanî cihekî balkêş e.
Li ser Çiyayê Agiriyê her tim berf û qeşa heye, havînê jî ev berf nahele. Ev jî dibe sedem ku çiyager hilkişin çiya û werzişa çiyageriyê bikin.
Newala Cihenemê ji bo çiyageran cihê herî zehmet e ku ew hilkişin.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Îdirê Osman Engîndenîz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku Çiyayê Agiriyê ji bo werzişvanên herêmî û biyanî cihekî gelekî girîng e.
Engîndeniz destnîşan kir ku Çiyayê Agiriyê li gor hevtayên xwe yên li çar aliyê dinyayê xwedî zêdebariya ye û wiha pê da çû: "Çiyayên Hîmalaya û Altayê bi hev ra bilind dibin lê Çiyayê Agiriyê ne wisa ne, ew bi tena serê xwe ye û bi vê taybetiya xwe jî ji çiyayên din cihê ye."
"Çiyayê Agiriyê ji bo Tirkiye û herêmê nîmetekî mezin e"
Çiyayê Agiriyê yê ku di nav qada 4 welatan da dimîne him ji bo welêt û him jî ji bo herêmê xwediyê girîngiyeke taybet e û Engîndeniz jî qala heman nirxê kir û got: "Her demsal meriv dikare hilkişe serê Çiyayê Agiriyê û ev ji bo welatê me tiştekî pir bi kêr e. Çiya ji hêla çand û tûrîzmê va dereke gelekî muhim e."
Nûnerê Bajarê Îdirê yê Federasyona Çiyageran a Tirkiyeyê (FÇT) Coşkun Oluz jî bal kişand ser sporên sirûştî û girîngiya Çiyayê Agiriyê ya ji bo welatên derdorê û wiha pê da çû: "Em bi hêviya hemû çiyageran in ku bila bên vê derê. Salê bi hezaran çiyager tên vê derê û em bangî yên din jî dikin ku bila ew jî werin vir. Ji bo derkevin serê çiya ji ser rotaya Babeka Bakur em li bendê ne ku bila bên Îdirê. Li Tirkiyeyê sîpana herî mezin li serê Çiyayê Agiriyê ye."