Çiyayê Katoyê dikeve navbera Çataka navçeya Wanê, Sêrt û Şirnexê. Piştî pêvajoya çareseriyê gelek kes dertê serê çiyê û geşt û seyranê dike. Çiya dawiya heftê ji çiyager û wênekêşan xalî namîne.
Piştî ku li herêmê bûyer sekinîn, çiyageran li ser çil û çiyayên Wan, Agirî, Hekarî, Bitlîs, Sêrt û Şirnexê gelek gelî, newal, çiya, zozan, şikeft û cihên dîrokî kewş kirin. Ev cihên ku hatin kifşkirin ji bo tûrîzmê bihuştên veşartî ne.
Çiyagerên ku dixwazin gelî û şikeftên kesnedîtî bibînin, berê xwe didin Çiyayê Katoyê. Dawiya heftêyan çiya ji çiyager û wênekêşan xalî namîne.
Endamên Kulûba Sporên Çiya û Geliyan û Komeleya Ekolojiyê ya Lêgerîn û Xelaskirinê (NASSAR) bernameyek çêkir û ji Balana taxa Çatakê dest pê kirin û li Çiyayê Katoyê geriyan.
Serokê Komeleya Ekolojiyê ya Lêgerîn û Xelaskirinê (NASSAR) Omer Demez daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, mirov ji tebîetê dûr mane, mebesta wan ew e ku mirovan li tebîtê bigerînin.