Li Wanê destê sibê berfê dest pê kir û dimeke kurt de her aliyên bajêr çil û sipî bû, welatî di tengasiyê de man.
Ev 2 roj in li bajêr hewa ewravî û sar bû, destê sibê berfê dest pê kir. Bi barîna berfê ve her aliyên bajêr çîl û sipî bû merivan wetrê zivistan e.
Ji ber barîna berfê hin caran tirafîk sekinî û welatî di tengasiyê de man. Li Gêdûkê Kurubaşê ya ku li ser rêya Wan û Hekariyê ye ji ber berf û mijê çav çavan nedidît ji ber vê ajokaran zehf tengasî kişandin.
Ji ber mij û bagerê welatî 10 metre pêşiya xwe bi zorê dibînin ji bo vê jî hin ajokaran wesayîtên xwe kaşî rex rê kirin û sekinîn ku hewa vebe.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê de hat diyarkirin ku li Wan û navçeyên Wanê hewayê ewravî û ewrsayî be, car caran jî berf û şilopeyê bibare.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin dibe ku ji ber barîna berfê li bajêr cemed çêbe û hişyarî dan welatiyan ku bila li ber palan nesekinin dibe ku aşît bikeve.