02 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
HEWLÊR
Hunermendê kurd ê bi nav û deng Şivan Perwer êrîşa ku li ser stranbêj Mehmet Karakûşê bi navê "Çiyager" tê zanîn û ji ber rexneyên wî yên der barê Partiya Demokratîk a Gelan de hat kirin, şermezar kir û got ku beriya vê ew jî rastî heman mûameleyê hat.
Perwer li Hewlêra paytexta Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di hûndirê mala xwe de daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
- "Êrîşa li ser Çiyager hat kirin hat serê min jî"
Perwer diyar kir ku di nav civakên demokratîk de rexnekirin tiştekî pir asayî ye û wiha dewam kir: "Hunermend xwediyê fikr û ramanên berfireh in û ji bo ku bikaribin karê xwe baş bikin divê azad bin. Heke hunermend piştgiriyê bide partî û hêlekê û keda xwe ji bo wan xerc bike zêde bi ser nakeve û him jî ji hêla herkesî ve nayê qebûlkirin. Çiyager ji ber ku rexne kir û rastî êrîşê hat û ez vê yekê şermezar dikim. Ew êrîşa lê hat kirin hat serê min jî. Li Ewropayê dema ku ez derdiketim konseran ew tirsa rastî êrîşa hatin hertim di nav dilê min de jî hebû. Lê min tu carî li hember wan gef xwarin û êrîşan serî netewand û ez bi wan re têkoşiyam. Hunermendek ji ber aliyê kesî nagire rastî êrîşê tê bi rastî ev tiştekî pir eyb û şerm e."
- Hişê gelê kurd ê li Tirkiyeyê tê tevlihevkirin
Bûyerên tundiyê yên dawîn ên ku di demên dawîn de diqewimin jî di rojeva Perwerde cih girtin û hunermendê navdar destnîşan kir ku ew ji wan bûyeran tu tiştek fehm nekir û wiha pê de çû: "Bi qasî ku ez ji derve ve lê dinihêrim hiş û mêjiyê milet pir tevlihev kirine. Di nav kurdên li Tirkiyeyê de ne siyaseteke rast û durist nayê kirin. Ew kesên ku demekê qala Kurdistaneke Serbixwe dikirin ev zivirandin û kirin komara demokratîk paşê gotin xweserî û niha jî dibêjin otonomî. Gelê kurd ji cih û warê xwe dibin, gund û malên wan tên xerakirin, zarok dimirin. Mixabin mirina merivan bû tiştekî pir bêrûmet û karekî hêsan lê divê ev neyê jibîrkirin ku ji bo herkesî heqê jiyînê heye."
- Ez wek hunermendekî her gav aştiyê dixwazim û aliyê wê me
Perwer ragihand ku Tirkiye mazûvaniya gelek nirxên girîng ên di nav xwe de hene dike û axaftina xwe wiha domand: "Ez wekî hunermendekî bi huner û dengê xwe têkoşîna xwe didim. Ev têkoşîn helbet li hemberî şer ji bo aştiyê ye. Li Tirkiyeyê ji bo her kesî cih heye. Bi saya pêvajoya aştiyê wîjdan û merhameta bi merivan re hebû jî derket holê. Milet hêvîdar bû û xweşî derketin pêş çavan. Ez û birêz Barzanî (Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê) çûn Diyarbekirê û me xwest ku ev xebat biçe serî. Me ji wan re jî got ku em hatin, li cem we ne jî û mayê ku ji destê me tê em dixwazin bikin. Lê hin kes ji vê hewla me ya ku ji bo aştî û xweşiyê me nîşan da aciz bûn. Wan kesan li hember me helwest nîşan dan û em şaş û metel man."
- "Ez siyaseta xendekan fehm nakim"
Perwer got ku têkoşîna çekdarî feydê nagihîne tu aliyî û wiha domand: "Ew ji tên qey bi kolana hendekan ve wê tiştekî bi dest bixin. Ez hê jî li ser vê mijarê difikirim. Min hê jî siyaseta xendekan bi temamî fehm nekiriye. Kî, ji ber çi vê dike ez fehm nakim. Ji ber çi Nisêbîn û Diyarbekir tê hilweşandin? Herêma Sûrê ya ku di lîsteya mîrateyên dîrokî yên dinyayê de cih digire divê nehata xerakirin. Berevajiyê vê lazim bû bihata restorekirin. Ez hilweşandina herêma ku dergûşa şaristaniyê ye fehm nakim. Hemû bajarên me ji hev xweşiktir in. Bi vî awayî aştî nayê."