ÎSTANBUL
Enstitûya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê ragihand ku navenda erdhejê behra Marmarayê ye û lerza wê jî 4.7 e. Rasatxaneya Kandiliyê eşkere kir ku erdej di saet 06.13yan de û qasî ku 7 kîlometro di bin erdê de pêk hat.
Piştî vê erdhejê li heman cihê di saet 06.21an de,7 kîlometro di bin erdê de erdhejeke din a ku lerza wê 4,1 çêbû.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) di behra Marmarayê de ewil di saet 06.13an de lerzeke 4,7 û du re jî saet 06.21an de lerzeke 4,1 çêbû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 7 roj 24 saet aktîvîteya erdhejê hat şopandin û wiha hat gotin: "Kûrahiya erdhejan di 6,97 û 7,01 kîlometre di bin erdê de hat pîvandin. Dûrbûna wan a Eregliya Marmarayê jî 19,18 û 20,02 kîlometre hat pîvandin. Di erdhejê de kes nemiriye û û tu xisar jî çênebûye."