Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em ê ji Marmarayê dest pê bikin cihên xwe yên bi rîsk dijî erdhejê amade bikin"

Ekip  | 28.03.2024 - Rojanekırın : 29.03.2024
Serokomar Erdogan: "Em ê ji Marmarayê dest pê bikin cihên xwe yên bi rîsk dijî erdhejê amade bikin"

Ankara

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Digel îmara herêma erdhejê, em ê ji Marmarayê dest pê bikin û cih û warên xwe yên bi rîsk jî têxin wî halî ku ji erdhejê ra amade bin."

Erdogan di mitînga partiya xwe ya ku li Qada Mîtîngê ya Navenda Kongreyê ya Kocaeliyê hat lidarxistin da bangî gel kir.

Serokomar Erdogan behsa hilbijartinên 31ê Adarê yên ku roja yekşemê çêbibin kir û wiha axivî: "Li dijî mîhrakên ku dixwazin wê fişara siyasî ya ku di serdema hilbijartinê da bilind dibe, berê wê bidin cihên cuda divê em pir baldar bin. Li dijî kesên ku hewl didin AK Partî û Îtifaqa Cumhur têk biçe û CHPê qezenc bike, em ê zimanekî nerm bi kar bînin û hişyariyê bidin kesûkarên xwe."

Erdogan behsa yekitî û hevrabûna Tirkiyeyê kir û wiha dewam kir: "Wekî Tirkiye em di encama têkoşînên mezin da gihîştin vir. Tu destkeftiyeke me li ser siniya zêrîn ji me ra nehatiye pêşkêşîkirin. Dibe ku nêrînên me yên siyasî, partiyên me, nijada me, meşreba me, terzê jiyana me cuda be, lêbelê Tirkiye welat, ban û hêlîna me ya hevpar e."

Serokomar Erdogan der barê erdhejê û xebatên li ser îmarê tên kirin da jî wiha axivî: "Digel îmara herêma erdhejê, em ê ji Marmarayê dest pê bikin û cih û warên xwe yên bi rîsk jî têxin wî halî ku ji erdhejê ra amade bin. Heke em naxwazin ku dîrok xwe dubare bike, me dil dabe kîjan partiyê dibe bila bibe, divê em meseleya erdhejê wek pirsgirêka beqayê binirxînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.