Tirkiye

Ji Meteorolojiyê hişyariya taviyê

Tê payîn li herêmên Marmara, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn û Behra Reş û bajarên Erzincan, Erdexan, Qers û Îdirê taviya şiliyê hebe û ewr û birûsik lê de.

Abdullah Tel  | 29.05.2020 - Rojanekırın : 30.05.2020
Ji Meteorolojiyê hişyariya taviyê

Ankara

 Tê payîn li herêmên Marmara, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn û Behra Reş û bajarên Erzincan, Erdexan, Qers û Îdirê taviya şiliyê hebe û ewr û birûsik lê de.

Li gor agahdariya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê îro li seranserê welêt wê ewrayî pir zêde be.

Tê payîn li herêmên Marmara, Ege, Behra Spî, Anadoluya Navîn û Behra Reş, bajarên Erzincan, Erdexan, Qers û Îdirê tevlî lêdana ewr û birûskê wê şilî û şilopeyê hebe.

Germahiya hewayê li aliyê rojava gor asayîbûna demsalê wê kêm be û li cihên din jî asayî be.

Ji ber îhtimala ba û bobelatê hat xwestin ku bila welatî di vê hewaya bi baran da baldar bin û hay ji xwe hebin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.