11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
BATMAN
Li Batmanê di operasyona hişbirê da 3 berşikên binçavkirî hatin girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê da hat destnîşankirin ku ekîbên Narkotîmê yên Midûriyeta Şaxa Dijî Hişbirê li seranserê bajêr operasyon birin ser kesên ku bi bazirganiya hişbirê ra têkildar in.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li bajêr ekîban di çarçoveya operasyonê da parqên giştî, avahiyên metrûk, derûdora dibistan û kafeyên înternetê kontrol kirin û 2 jê ji 18 salî piçûktir, li ser 3 kesên gumanbar geriyan û 19 hebên hişbirê ji ser wan derket. Hat ragihandin ku 3 berşikên ku hatin binçavkirin, paşê hatin girtin.
Di daxuyaniyê da herwiha bal hat kişandin ku têkoşîna dijî hişbirê wê bênavber bidome.