Fecri Barlık, Recep Çelik
25 Îlon 2026•Rojanekirin: 25 Îlon 2026
Li Sêrtê di encama wergerîna wesayîta çandiniyê ku wekî "patpat" tê binavkirin da 7 kes birîndar bûn.
Li bajaroka Gokçebagê ya li ser navendê, wesayîta çandiniyê ku Kadir A. diajot û ji bo berhevkirina fistiqan diçû baxçeyê, ji kontrolê derket û wergeriya.
Di qezayê da digel ajokar, Hakan A, Ilhan A, Nasibe A, Feleknaz A, Saniye A. û Tahir A. yên di ku wesayîtê da bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên Tenduristiya Acil a 112yê û cendirme hatin cihê bûyerê.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.