Önder Beyter
31 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tebax 2020
Li Diyarbekir, Mêrdîn û Sêrtê nimêja eydê bi tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hat kirin.
Li Sûra Diyarbekirê welatiyên çûn Mizgefta Mezin, maske dan ber devê xwe, pabendî tedbîrên Kovîd-19ê bûn û wisa nimêj kirin.

Miftiyê Parêzgehê Yavuz Selim Karabayir berî nimêjê weaz da.
Her wiha Waliyê Diyarbekirê Munir Karaloglu û Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çiftçi jî li mizgefta dîrokî nimêj kirin.
- Mêrdîn
Li navçeya navendê Artukluyê welatî çûn Mizgefta Mehmet-Fatma Edip Yuksel û bi tedbîrên vîrusê nimêj kirin.
Hin welatiyên bi xwe ra sicade anîn jî li hewşê nimêj kirin.
Piştî nimêjê welatî çûn eydaniya hev û serdana goristanê kirin.
- Sêrt
Li Sêrtê jî welatiyên çûn Mizgefta Xalid bin Welîd, sicadeyên bi xwe ra anîn li hewşa mizgeftê raxistin û li ser nimêj kirin.

Peywirdarê dîn Musa Dogrusever berî nimêjê welatî hişyar kirin ku pabendî tedbîran bin.