Tirkiye

Li Rojhilatê Anadoluyê coşa Eyda Qurbanê

Li Erzirom, Qers û Erdexanê nimêja eydê bi tedbîrên Kovîd-19ê hat kirin

Önder Beyter  | 31.07.2020 - Rojanekırın : 01.08.2020
Li Rojhilatê Anadoluyê coşa Eyda Qurbanê

Erzurum

 Li Rojhilatê Anadoluyê welatî pabendî tedîbîrên Kovîd-19ê bûn û wisa nimêja Eyda Qurbanê kirin.

Li Erziromê welatiyan sibê zû mase dan ber dervê xwe û çûn mizgeftan, nimêja eydê kirin. Ji ber tedbîrên Kovîd-19ê ji ber ku di hundirê mizgeftan da cih nema, welatiyan li hewşê nimêj kirin.

Li Erdexanê jî nimêja eydê li ciyên ku ji ber Kovîd-19ê hatin destnîşankirin, hat kirin.

Li Taxa Înonuyê welatiyan li yarîgeha Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê nimêj kirin. Walî Huseyîn Oner û Miftiyê Parêzgehê Remzi Pehlivan jî li vê derê nimêj kirin.

Piştî nimêjê Walî Oner eyda welatiyan pîroz kir.

Li Qersê jî her wiha welatiyan ji bo nimêja eydê berê xwe dan mizgeftan. Welatiyan tedbîrên Kovîd-19ê bi cih anîn û wisa nimêj kirin.

Walî Turker Oksuz û Fermandarê Tuxaya Piyadeyên Mekanîze ya 14emîn Tuxgeneral Ozgur Nuhut jî beşdarî nimêja eydê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın