Önder Beyter
31 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 01 Tebax 2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar got, "Em li hêviyê ne ku çend roj şûnda li Enqereyê digel cîranên xwe yên Yûnan civînekê bikin. Em hewil didin bi vê civînê û bi civînên bi vî rengî va pirsgirêkan çareser bikin. Xebatên me yên ji bo vê yekê didomin."
Akarê ku bi şev li Edîrneyê ma, digel Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Adnan Ozbal ji bo nimêja eydê, meşiyan û çûn Mizgefta Selimiyeyê.
Piştî nimêjê, amadebûyî gelekî bi Akar wer hatin û Akar jî eydana wan kir û bi zarokan ra sohbet kir.
Akar li ser pirsên rojnamegeran, bal kişand ku fealiyetên TSKyê bênavber didomin û wiha got, "Em li hêviyê ne ku çend roj şûnda li Enqereyê digel cîranên xwe yên Yûnan civînekê bikin. Em hewil didin bi vê civînê û bi civînên bi vî rengî va pirsgirêkan çareser bikin. Xebatên me yên ji bo vê yekê didomin."