Aydın Arik,Damlanur Teyhun
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2023
DIYARBAKIR (AA) - Li Diyarbekirê kargehên ku qedayîfê badayî yê şêraniya sereke ya eydan çêdikin, berî Eyda Qurbanê bênavber dixebitin da ku sîparîşan pê ra bigihînin.
Sîparîşên ji gelek herêman ên ji bo qedayîfê badayî yê şêraniya tescilkirî ya bajêr hatin dayîn, xwediyên kargehên şêraniyan rûgeş kirin.
Qedayîfê badayî yê ku ji hêla Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk wek işareta coxrafî hatiye tescilkirin û cureyên wê yên gûzan, fistiqan, to û penêr heye, digel şêniyên bajêr ji hêla gelek parêzgehên din jî eleqeyê dibîne.
Ali Kayayê ku li kargeha şêraniyê wekî hosteyê qedayîfê dişixule, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew ji bo qedayîfê Diyarbekirê ji 2-3 mehan pêş da dest bi wergirtina sîparîşan dikin.
Kaya bal kişand, ji bo ku sîparîşan pê ra bigihînin ew wek 3 vardiye dixebitin û wiha axivî:
"Wek kargeh em ji sedî 80yî pêdiviya qedayîf û şêraniyê ya Diyarbekirê dabîn dikin. Her wiha me di vê eydê da qedera 10-15 tonî sîparîş wergirt. Ji bo gihandina sîparîşan jî em bênavber dixebitin."
Hilberîner Ahmet Altunbay jî diyar kir ku ji sala 1968an vir va ew li bajêr qedayîf û peqleweyê çêdikin.
Altunbay bal kişand ku teleba vê eydê ji ya eydên din zêdetir e û wiha dewam kir:
"Heya 15 rojên dawîn em wek 2 vardiye dixebitîn, niha jî em derbasî 3 vardiyeyan bûn. Îsal me ji dervayî parêzgehê gelek sîparîş wergirtin. Em van sîparîşan bi kargo û otobusan dişînin. Eyda çûyî me 5 ton qedayîf û 3 ton jî peqlewe hilberand. Di vê eydê da jî em pêşbîniya hilberîna zêdetir dikin."