Hüseyin Demirci
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 28 Hezîran 2023
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jin bi hevkariyê ji bo Eyda Qurbanê nanê tendûrê dipêjin.
Nanê tendûrê li herêmê gelekî navdar e ku bi goştê qurbanê va jî xweş tê xwarin.
Jinên herêmê ji bo ku alîkariya hev bikin dicivin û bi ardê genimê sor va nanê tendûrê dipêjin.
Li gundê Yagbasanê ya li ser navçeya Sariqamîşê jin hevîrê xwe dikin û paşê tendûrê dixin ku ew bipêje û bibe nan.
Piştî 30 saniyeyê hevirê di hundirê tendûrê da dipije û dibe nanekî xweş.
Gulhan Gença nan dipêje ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku her sal jin beriya eydê dicivin û nan dipêjin.
Gençê got nanê lawaş bi goştê qurbanê va bi lezet tê xwarin û wiha axivî: "Eyd hat, em jî bi cînarên xwe va hatin li cem hev ku ji bo amadehiya eydê nanê xwe dipêjin. Em nanê bajêr hez nakin, em nanê tendûrê hez dikin."