Cüneyt Çelik,Bülent Mavzer,Abdullah Söylemez,İlhami Erkılıç
27 Hezîran 2023•Rojanekirin: 28 Hezîran 2023
Li Rojhilatê Anadoluyê ya ku navendeke sereke ya heywandariya Tirkiyeyê ye, li bazarên heywanên qurbanê liv û lebata roja erefeyê zêde bû.
Li Erziromê liv û lebata li Bazara Heywanan rojek berî eydê zêde bû.
Li bazarê heywandar û kiriyar hevdu dibin tînin ku li ser bihayên qurbanan li hev rûnên.
- Qers
Li bazara heywanan a li Taxa Alparslanê ya li navenda bajêr, welatiyan ji bo ku qurbanê bistînin qelebalixî kirin.
Welatî sibehê zû çûn bazarê, qurbanî kirîn û hinekan qurbanê xwe bi erebeya destan, hinekan jî di bagajên wesayîtên xwe da birin malê.
Heywandar Orhan Başkutlu diyar kir ku di roja erefeyê da qelebalixî zêde bûye û wiha got, "Bazara heywanan tijî ye, lêbelê kiriyar kêm in. Bihayê qurbanan guncav e, tên dinihêrin û carin pişta xwe didinê û diçin."
Li navçeyên Qaqizman û Sariqamûşê jî bazarên heywanan di roja erefeyê da qelebalix in.
- Îdir
Li bazara heywanan a Şaredariya Îdirê vekir jî pez û dewarên ji gundan hatine yên ji bo qurbanê derketin ber firotanê.
Li bazarê heywandar û kiriyar hevdu dibin tînin ku li ser bihayên qurbanan li hev rûnên û her wisa bihayê qurbanan jî yên pez di navbera 4 hezar û 6 hezarî da ye, yên dewaran jî di navbera 45 hezar û 100 hezarî da ye.
Firoşkar Mehmet Yildirim diyar kir ku 20 sal e ew firoşkariya heywanên qurbanê dike û wiha got, "Bihayê dewaran ji ber ku bi kiriyaran zêde tê, kiriyar bêtir pez dikirin."
Hekim Yaşarê hatiye ji xwe ra qurbanekê bikire jî wiha got, "Biha li gorî piyaseyê pir baş e. Biha di navbera 4 hezar û 7 hezarî da ye. Min jî bi 6 hezar lîreyî qurbanek kirî."
- Agirî
Bazara Heywanan a Agiriyê jî ji ber roja erefeyê qelebalix e.
Li bazarê heywandar û kiriyar hevdu dibin tînin ku li ser bihayên qurbanan li hev bikin.