Tirkiye

Li Alanyayê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû

Ayşe Yıldız  | 05.01.2022 - Rojanekırın : 05.01.2022
Li Alanyayê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû

Antalya

 Li Alanyaya navçeya Antalyayê bi lerza 5,3yan erdhej çêbû.

Li gor agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) di saet 06.21î da li Behra Spî li Alanyaya navçeya Antalyayê bi lerza 5,3yan erd hejiya.

Hat tespîtkirin erdhej 39,52 kîlomêtro di binê erdê da 56,92 kîlomêtro nêzîkî Alanyayê çêbûye.

Qaymeqamê Alanyayê Fatîh Urkmezer ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li navçeyê erd hat hîskirin.

Urkmezer wiha got: "Er jî bi erdhejê hişyar bûm. Ekîbên me lêkolînê dikin, heta niha tu rewşeke nebaş tune."

Welatî Mahîr Yildiz jî got ew bi tirs dengekî bilind hişyar bûn ku erdhej çêbûye.

Li ser hesabê medyaya civakî ya AFADê jî hat gotin derbasî be û heta niha tu îxbarek ji wan ra nehatiye û ew geşedanan dişopînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın