29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
AGRI
Li navçeya Bazîdê bi îdiaya ku "alîkarî û piştgirî da PKKya rêxistina terorê" li yekî digeriyan û li mala wî çek û muhîmat hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, bi îdiaya ku "alîkarî û piştgirî da PKKya rêxistina terorê" polês li H.D digeriya. Piştî îstixbaratê ekîba cendirmeya li mala wî ya gundê Taniktepeya li ser Bazîdê lêgerîn hat kirin.
Di lêgerînê da gumanbar H.D ne li mal bû û di mala wî da keleşek, sê şarjorên keleşê, demaçeyek, tivingeke nêçîrê û gelek muhîmat hatin girtin.