29 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li ser deweta Mîrê Qatarê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî wê di 1 û 2yê berfanbara 2015an da li Qatarê ziyareta fermî bike.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên serokomariyê hat hildan, di 19ê berfanbara 2014an da Erdogan û Mîrê Qatarê li Enqereyê mutabaqat mohr kiribûn. Di çarçoveya "Mutabaqata Hevpar a li ser Avakirina Komîteya Stratejîk a Bilind a navbera Komara Tirkiyeyê û Dewleta Qatarê" da Civîna Yekem a Komîteya Stratejiya Bilind wê were lidarxistin.
Hat gotin ku wê di civînê da hin peyman jî dibe ku werin mohrkirin û wê li ser têkiliyên her du welatan û geşedanên li herêmê bisekinin.