Emre Ilıkan,İbrahim Yaldız
27 Sibat 2023•Rojanekirin: 28 Sibat 2023
Li Adiyemana ku tesîra erhejê lê çêbû ji bo ku dibistan bikaribin dîsa wek berê perwerdeyê bidin xebat tên kirin.
Li bajêr xebatên tesbîtkirina xisarê ji sedî 90 temam bûn, dibistan wê di 27ê adarê da vebin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Ramazan Aşçi ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku tesîra erdhejê li ser Adiyemanê çêbûye û ew niha amadehiyê dikin ku di 27ê adarê da dest bi perwerdeyê bikin.
Aşci got tesbîtkirina xisarê ji sedî 90 temam bûye û wiha dewam kir: "Em ê heman dest bi xebatên temîr û înşaetê bikin. Em bi hevalan va zêde dixebitin. Di 27ê adarê da xwendekarên me wê bigîhêjin dibistanên xwe. Li bajêr 829 dibistan hene ku di nîvê wan da xêzek jî tune, ev pir girîng e. Qismeke mezin xisareke biçûk dîtine. Hejmara dibistanên ku divê bên hilweşandin ji sedî 10 e. Me plana xwe ya perwerdeyê kir. Em li hemû navçeyan dixebitin."
Aşçi got ji bo mamosteyên ku malên wan hilweşiyane jî ew bi walîtiyê va xebatan dikin, dewlet ji bo xwendekaran her tiştî dike û spasiya her kesî kir ku keda wan di van xebatan da heye.